Nûbihar dergisinden özel ‘Mele Seîdê Kurdî’ sayısı

Nûbihar dergisinden özel ‘Mele Seîdê Kurdî’ sayısı

Nûbihar dergisinin 167. sayısı özel olarak “Mele Seîdê Kurdî” dosyası şeklinde çıktı.

Dosyanın editörlüğünü Ekrem Malbat yaptı. Derginin 96 sayfası Bediüzzaman Said Nursi Hazretlerinin üzerine yazılan yazı ve şiirlere ayrıldı.

Dosya Editörü Malbat, sunuş yazısında Bediüzzaman’ın kimliğine dikkat çekerek onun hem Osmanlı döneminde, hem de Cumhuriyet döneminde önemli bir aktör olduğunu vurguladı. Malbat, buna rağmen Bediüzzaman’nın eksik ya da yanlış bilindiğini yazdı.

Nûbihar’ın bu sayısında Bediüzzaman ile ilgili bilinmeyen ayrıntılar ile beraber, yanlış bilinen birçok noktayı da açıklayan çalışmalara yer verildi. Özellikle Şeyh Said hadisesi ile ilgili süreçte Bediüzzaman’ın politikası ve pratiği ile ilgili Muhyeddin Zinar’la yapılan geniş bir röportaj yayınlandı.

Ayrıca Martin van Bruinessen’in 1976’da Suriye’de Menduh Selim ile yaptığı görüşmeden notları ilk kez bu dosyada yer alıyor. Menduh Selim, meşrutiyet yıllarında Bediüzzaman’ın İstanbul’da verdiği mücadeleyi övgü ile bahsediyor.

Dosyada ayrıca Fırat Aydınkaya’nın Bediüzzaman’ın kütüphanesi ile ilgili yazısı, Said Nursi’nin entelektüel bilgi kaynakları hakkında da bilgi veriyor.

Dergide yer alan çalışmalar şöyle:

Süleyman Çevik/Ji Edîtor.

Ekrem Malbat/Pêşeka Dosyayê.

Ahmed Ramiz/Pêşgotina Weşanger.

Seyid Eliyê Findikî/Ey dilê meskenê derda.

Fırat Aydınkaya/Pirtûkxana Bedîuzzeman.

Pîremêrd/Ne’rey Dêwane.

Martin van Bruinessen/Yekemîn rasthatina min a bi Bedîuzzaman û şopînerên wî re.

Qazî Letîf/Xezel.

Rohat Alakom/Seîdê Kurdî: Bi wêne û bi gotin.

Ali Sönmez/Dîskursîvanalîza berhema Xutbeya Şamê ya Seîdê Kurdî Ji aliyê konteksê va Xutbeya Şamê.

Nureddin Celalî/Çewlîg de zimeyîşê Rîsaleyê Nûrî.

Mela Mehmed Elî Hunî/Ina dunya bena fanî.

Mela Zahidê Melazgirdî/Qesîdeyên Nûristan.

Serdar Şengül/Di Şerê Manewiyat û Mîlliyetê de Seîdê Nûrsî û Rîsaleyên Wî.

Şêx Tahirê Şoşî/Ya Reb tu min.

Mela Îmadeddîn Reşpojan/‘Ezîza ber dilê min.

Muhyiddin Zinar/Armanca Şêx Seîd û Bedîuzzeman yek bû lê stratejiya wan cuda bû (Hevpeyvîn: Ekrem Malbat)

Abdurrahman Adak/“Seydayê Mezin Melayê Kurdan” Di Helbesta Kurdî ya Klasîk de Bedîuzzeman.

Mela Ebdulhadiyê Comanî/Tev werin cumle.

Ekrem Malbat/Krîtîzasyonek li ser pirtûka Tarîxçeya Heyata Bedîuzzeman: Pirtûk heye Bedîuzzeman tuneye.

Mela Ebdussemedê Comanî/Wa bedî‘ê nûra zeman.

Zafer Gürbüz/Li ser Şaxên Têgeha Nezerê ya di Rîsaleya Nûrê de Analîzek.

Miftî Mela Ebdulquddûs/Rehberê rahê selamet.

Ahmet Yıldız /Di jiyan û metnên Seîdê Berê de balkêşana Bedîuzzeman ya çanda Kurdî.

Mela Eladînê Kopî/Eya Ustadê Rebbanî.

Abdullah Can/Di berhemên Seîdê Kurdî de texrîfat.

Gulcan Şirnexî/Kurtebêjiyek ji jiyan û têkoşîna Seîdê Kurdî?

Mucahit Bilici/Hişyar bimîne, neelime bindestiyê.

Tehsîn Îbrahîm Doskî/Ey dilê meskenê derdan.

Nevzat Eminoğlu/Banga Bedîuzzeman ya li Kurdan: Manîfestoya Kurd a Sedsale.

Hanifi Taşkın/Seydayê Bedîuzzeman û Mistefa Paşa.

Seyid Abdullah/Name.

Mîrê Zirav/Ey Bedî‘ê herdu dunya.

Elî Torî / Wek Pratîkek Nekropolîtîk Talankirina Gora Bedîuzzeman.

***

Ji Edîtor / Süleyman Çevik

Ji jimara 167an merheba

Bedîuzzeman alim û şexsiyetek wisa ye ku di sedsala 20an de bi fikriyat û jiyana xwe li milyon kesan tesîr kiriye. Heyata wî ya bêminet û paqij li gundê Nursê ku li ser Hîzanê ye dest pê kiriye, li Rihayê jî temam bûye.

Di dewra Osmanî de hate dinyayê; ji nîvê umrê xwe zêdetir di dewra Osmanî de derbas kir.

Piştî ku dewleta Tirkiyê ava bû, sala 1925an ew sirgûnî nav Tirkan kirin û hetanî dawiya umrê xwe nekarî vegere welatê xwe.

Di 35 salên wî yên sirgûniyê de jî rehet nehîştin.

Li welatê lê sirgûn bûye de jî bajar bi bajar sirgûn kirin, çend caran kete hepsan, heta dawiya umrê xwe di bin taqîbatê de ma.

Mela Seîdê Kurdî şahidiya gelek dewran kir.

Bû şahidê dewrên îstibdad û meşrûtiyeta Osmanî û yekpartî û pirpartîtiya Tirkiyê.

Dewir diguherî, ewî jî xwe li gor dem û şertan amade dikir; lê fikra xwe, sekna xwe tu carî neguhart.

Heta dawiya umrê xwe, ji hedef û armancên xwe paş de gav neavêt.

Hem dewleta Osmanî, hem jî dewleta Tirkiyê teklîfên cazîb lê kirin. Ewî, “ji bo ez heqîqetê nebêjim, hûn ruşwetê teklîfî min dikin”, got û ew teklîfên wan qebûl nekirin.

Kêm însan hene kirin û gotinên wan ewqas li hev werin.

Ew alimê ku xwediyê doza xwe bû, tu carî xwe li ber kesî xwar nekir.

***

Dixwazin jê re Seîdê Kurdî, yan Seîdê Nûrsî, yan jî Bedîuzzeman bibêjin ew bi sekna xwe yek kes e.

Piraniya şagirdên wî piştî wefata wî, Bedîuzzemanek bi rejîmê re lihevtî derxistin pêşiya me.

Xwestin wî ji Kurdbûnê bişon; nêrîna wî ya li ser welat û xelkê wî ji me veşartin.

Dema ev teserûfana li ser Seîdê Kurdî kirin, yan gotin tiştek weha tuneye, înkar kirin; yan jî gotin ev tişt me bi navê “meslehet”ê kiriye.

Piştî wefata wî, hinekan gotinên wisa bi Bedîuzzeman dane gotin ku yê nizane wê bibêje belkî, Bedîuzzeman li hemberî Şêx Seîd û kesên weke wî ye, alîgirê dewletê ye.

Ew jî bû sebeb ku gelek Kurd xwe jê dûr bigirin.

Heqîqet ev nebû helbet.

Me di vê jimarê de, li ser vî alimê Kurd dosyayek dewlemend amade kiriye.

Di salên derbasbûyî de, di Nûbiharê de li ser Mela Seîdê Kurdî gelek meqale derketine.

Di jimarên curbecur de jî me ji Rîsaleyên Nûr gelek werger weşandine.

Lê ew cara ewil e ku em li ser Mela Seîdê Kurdî jimarek wiha taybet û dewlemend amade dikin.

Amadekirina dosyayek weha bibê-nebê zêde xebat dixwaze.

Bi rastî jî em pir westiyan. Lê hêja bû, lewra me dosyayek ji gelek xebatan re bibe çavkanî amade kiriye.

Ev jimar seranser 96 rûpel li ser Mela Seîdê Kurdî ye.

Wekî din hinek nivîs mecbûren me wergerandin Kurdî.

Edîtorê dosyayê Ekrem Malbat di van wergeran de gelek westiya.

Ji bo ku edîtoriya dosyayek weha dewlemend kir û zehmetî kişand ez spasiya wî dikim.

Dema hûn vê jimarê bigrin destê xwe, hûnê jixwe bibînin ku ev gotinên min çiqas di cih de ne.

Tişteke balkêş gelek melayên Kurdistanê li ser Mela Seîdê Kurdî helbest nivîsandine.

Ez bawer nakim haya gelek şagirdên Mela Sêîdê Kurdî ji van helbestan hebe.

***

Nikarim yeko yeko li ser nivîsan bisekinim, cihê min nema.

Bi nivîsên xwe Ekrem Malbat, Ahmed Ramiz, Fırat Aydınkaya, Martin van Bruinessen, Rohat Alakom, Ali Sönmez, Nureddin Celalî, Serdar Şengül, Abdurrahman Adak, Ahmet Yıldız, Abdullah Can, Gulcan Şirnexî, Zafer Gürbüz, Mucahit Bilici, Nevzat Eminoğlu, Hanifi Taşkın, Seyid Abdullah û Elî Torî cih digrin.

Helbestkarên vê jimarê jî ev kes in: Seyid Eliyê Findikî, Pîremêrd, Qazî Letîf, Mela Mehmed Elî Hunî, Mela Zahidê Melazgirdî, Şêx Tahirê Şoşî, Mela Îmadeddîn Reşpojan, Mela Ebdulhadiyê Comanî, Mela Ebdussemedê Comanî, Miftî Mela Ebdulquddûs, Tehsîn Îbrahîm Doskî, Mela Eladînê Kopî û Mîrê Zirav.

Hevpeyvîna vê jimarê jî Ekrem Malbat bi Muhyiddîn Zinar re kiriye.

Heta jimareke din bimînin di xweşiyê de.

***

Nivîsa Edîtorê Dosyayê

Hinek şexsiyet hene di dema xwe de bi fikr û fiîlên xwe, bi nêrîn û zanebûna xwe ji aliyê gelek kesan ve tên nirxandin û gelek caran di rojeva civaka xwe de tên axaftin. Ev kesana li gorî berbelavbûna fikrên xwe û li gorî xîreta ku ji bo armanca xwe didin, piştî wefata xwe jî gelek tên axaftin. Yek ji wan kesên ku hem di dema xwe de gelek hatiye behskirin, hem jî piştî wefata xwe jî dîsa gelek caran li ser fikr û pratîka wî şîrove hatine kirin Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ye.

Seîdê Kurdî di pêvajoyek krîtîk de ciwaniya xwe derbas dike. Di pêvajoyek ku înparatoriyek hildiweşe û rejîmeke nû ava dibe de. Împaratoriyeke wek Osmanî ku gelek milet tê de wek şirîk dijiyan hilweşiya, li şûna wê rejîma Cumhûriyetê ya nasyonalist a Tirk avabû. Di vê pêvajoya krîtîk de Seîdê Kurdî, ji bo Kurd ji pêvajoyê ji paşde nemînin hem di nav Kurdan de hem jî bi muxatabên desthilatdar re dikeve nava hewldanên siyasî. Bi taybetî piştî ku di sala 1907an de diçe Stenbolê, di nav saziyên Kurdan yên wek Kurd Teawun û Teraqî, Kurd Neşrê Maarîf, Kurdistan Tealî… de cih digire. Ev tevlêbûna wî ya van saziyan ne tevlêbûneke pasîf bû, her wiha di neşriyatên van saziyan de fikrên xwe bi nivîskî jî tîne ziman. Bi gelemperî armanca Bedîuzzeman ya wê demê ew bû ku di wê pêvajoya krîtîk de miletê Kurd jî wek aktorekî derê holê û bizanibe daxwaza mafên xwe yên qewmî bike. Ji pêkanîna van şertana Seîdê Kurdî hin caran li Kurdistanê di nav eşîrên Kurdan de digeriya, hin caran jî li Stenbolê bi rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdan re tev digeriya.

Ev têkoşîna Bedîuzzeman di pêvajoya damezirîna Cumhûriyetê de jî dewam kir. Lewra rejîma nû li ser esasên nijadperestiya Tirk dihat avakirin û ev rewş ji bo Kurdan bi awayek destpêka pêvajoya înkar û îmhayê bû. Bedîuzzeman Seîdê Kurdî di sala 1922yan de diçe Enqerê û niyeta Mistefa Kemal û rejîma nû jê nêz ve dibîne. Kurdî dîsa xwe ji paşde nade û ji bo li hember reîjima nû Kurdan organîze bikin ji wir derbasê Stenbolê dibe û bi aktorên berê yên Cemiyeta Kurdistan Tealî re dişêwire û li ser vê planê derbasê Kurdistanê dibe. Herçendî ku Seîdê Kurdî bi gelek kesên ku wê demê di nav Kurdan de xwedî rol in hevdîtinan bike jî mixabin pilana dewletê bi ser dikeve. Bi têkçûyîna serhildana Şêx Sêîd re gelek şexsiyetên Kurd ya hatin îdamkirin yan jî sirgûnkirin. Yên ku hatin sirgûnkirin yek ji wan jî Bedîuzzeman bû. Di sala 1925an de Bedîuzzeman ji wan sirgûnê Anatoliya navîn bû, êdî heta wefata wî nehiştin vegere Kurdistanê. Herwiha di wan salên sirgûnê de jî dewlet tim zulma xwe ya li hember wî domand. Bi salan wî hepis kirin û bajar bi bajar sirgûn kirin. Sedemên van sirgûnên wî bi gelemperî Kurdbûna wî û hewldanên wî yên di vê rêyî da bûn.

Neheqiyên ku li Bedîuzzeman hatin kirin tenê ji aliyê dewletê ve nehat kirin. Di salên wî yên lê sirgûnê de kesên ku telebe û şopînerên wî bûn wan jî neheqî lê kirin. Piştê wefata wî di berhemên wî de li ser nasnama wî ya ku ji bo wê sirgûn bibû dezenformasyonê kirin û li gorî xwe lanse kirin. Dewletê di saxiya Bedîuzzeman de şexsê wî ji welatê wî sirgûn kir, “şopînerên” wî jî piştî wefata wî nasnameya wî ji berhemên wî derxistin û sirgûn kirin. Ew sirgûnkirina ku ji aliyên girseya cemaatên Nûrcî ve li nasnameya wî hat kirin mixabin hê jî berdewam e. Ev veşartina şexsiyeta Bedîuzzeman ya “welatbar” bû sedem ku gelek caran Kurd jî ji Seîdê Kurdî dûr sekinîn. Herçendî cemaetên Nûrcî yên Kurd di vê hêlê de xebatan bikin jî ev xebatana têrî nekirin ku îro Bedîuzzeman bi her awayî rast û dirust bê naskirin.

Bi niyeta ku valahiya li vê hêlê hinek tije bibe û mija ku li ser nasnameya Seîdê Kurdî rûniştiye belav bibe, me biryar da ku em dosyayek li ser Bedîuzzeman Seîdê Kurdî amade bikin. Bi vê niyetê me ji çend meh berê ve dest bi xebata amadekirina dosyayê kir û nivîsên gelek hêja berbihev kirin. Bi kurtasî behsa çend nivîsên di dosyayê de cih girtin bikim û biqedînim.

Me bi nivîskar Muhîddîn Zinar re li ser polîtîka û piratîka Seîdê Kurdî ya di salên dawiya Osmanî û destpêka Cumhûriyetê de hevpeyvînek kir. Wek ku tê zanîn derbarê Seîdê Kurdî de dezenformasyona herî zêde li ser vê demê tê kirin. Zinar di derbarê vê pêvajoyê de bi awayek zelal gelek noqteyan îzah kir. Bi taybetî jî di derbarê bûyera Şêx Sêîd û têkiliya bi Bedîuzzeman re gelek agahiyên nû bi me re parve kir. Herwiha nivîskar Firat Aydinkaya jî nivîsek balkêş li ser pirtûkxaneya Bedîuzzeman nivîsî. Aydinkaya di nivîsa xwe de li pey pirtûkên ku Bedîuzzeman xwendine dikeve û lê dixebite ku rêça çavkaniya entellektueliya Bedîuzzeman zelal bike. Nivîskar Serdar Şengül jî ku pisporiya wî li ser medreseyên Kurda ye, di çarçoveya “di şerê navbera milliyet û manewiyatê de Bedîuzzeman û rîsaleyên wî” bi nivîsek hêja tevlî dosyayê bû. Antropolog û Kurdologê navdar Martin van Bruinessen jî ku ev nêzî pêncî salî ye li ser Kurdan dixebite, bi du heb bîranînên xwe yên taybet tev li dosyayê bû. Bruinessen di vê nivîsê de hem behsa yekemîn hevnasîna xwe ya bi nasnameya Bedîuzzeman re dike, hem jî du heb hevpeyvînên xwe yên bi şexsiyetên wek Şêx Nûrillah Seyda û Menduh Selîm Begê re kiribû ji bo dosyaya me nivîsî. Bêguman nivîsa Abdullah Can ya li ser texrîfatên di berhemên Bedîuzzeman de jî gelek nivîsek girîng e. Nivîsa Alî Sonmez ya derbarê Xutbeya Şamiye de, ya Abdurrahman Adak ku li ser “Di Helbesta Klasîk ya Kurdan de Bedîuzzeman” û gelek nivîsên din jî cih girtin. Ji bilî nîvîsan me di dosyayê de cih da gelek helbestên ku mijara wan Bedîuzzeman bû. Ji şair Pîremêrd, Seyid Eliyê Findikî, Mele Zahidê Milazgirî û herwiha gelek şairên din bi helbestên gelek bi qîmet di dosyayê de cih girtin.

Bi hêviya ku ev dosya bibe sedema rastnasîna alimek Kurd wek Bedîuzzeman û bibe xizmetek di rêya heqîqetê de.

Di pêvajoya amadekirina dosyayê de bi fikir û pêşniyazên xwe Suleyman Çevîk, Muhîddîn Zinar û Firat Aydinkaya gelek alîkar bûn. Spasiyek ji dil ji bo hemî emekdaran. Ji ber ku bergê vê hejmarê bi taybetî amade kir em ji Meryemxanê re jî spasiyê dikin.

Ekrem Malbat
(Edîtorê Dosyayê)

HABERE YORUM KAT
YORUM KURALLARI: Risale Haber yayın politikasına uymayan;
Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve BÜYÜK HARFLERLE yazılmış yorumlar
Adınız kısmına uygun olmayan ve saçma rumuzlar onaylanmamaktadır.
Anlayışınız için teşekkür ederiz.
2 Yorum