Prof. Dr. Abdurrahman Adak’ın klasik Kürt Edebiyatı eğitimi ve araştırmaları için referans niteliğinde olan Teşeyên Nezmê di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de (Klasik Kürt Edebiyatında Nazım Şekilleri) adlı kitabı Nûbihar yayınlarından çıktı.
Klasik Kürt nazmı/şiirinde şekil estetiği alanında yazılmış olan kitap, alanın genel konularını akademik ve sistematik bir üslup ile ele almaktadır.
Klasik İslam edebiyatının bir terimi olarak “nazım”, şiir düzeyini yakalamış olsun ya da olmasın vezin ve kafiyeli her türlü metne verilen kapsamlı bir isimdir. “Nazım şekilleri” de manzum metinlerin görsel, geometrik, şematik, simetrik ve topografik yönleri üzerinde duran şekil estetiği olarak tanımlanabilir. Bu sistemde nazım birimi, kafiye, hacim ve veznin bir araya gelmesinden oluşan farklı kombinasyonlar nazım/şiirde farklı şekillerin ortaya çıkmasını sağlarlar.
Klasik şiirin estetik ve poetikasının önemli bir unusuru olan nazım şekilleri konusu kitapta özel bir sınıflama ile bir giriş ve beş bölüm çerçevesinde sunulmuştur.
Giriş bölümünde sanat ve bilim bağlamında klasik Kürt edebiyatının mahiyeti ve teorisi, birinci bölümde konunun temel kavramları (nazım ve şekil) ile diğer ilgili hususlar, ikinci bölümde beyitlerden meydana gelen şekiller (kaside, gazel, kıt’a, mesnevî), üçüncü bölümde bentlerden meydana gelen şekiller (temel musammatlar: müselles, murabba’...; tazmin musammatlar: terbi’, tahmis...; mürekkeb şekiller: terkib-i bend, terci’-i bend), dördüncü bölümde türemiş şekiller (tasmit, müstezad) ve beşinci bölümde hacimleri küçük olan şekiller (azade, ferd, ruba’i, dubeyti) ele alınmıştır.
Çalışmada imkan dahilinde nazım şekileri ile ilgili konuların tamamına değinilmeye çalışılmıştır. Bu çerçevede klasik İslam edebiyatı perspektifi ile nazım şekillerinin tanım, özellik ve tarihleri; klasik Kürt edebiyatı perspektifi ile de ortaya çıkışları, gelişimleri, temsilcileri, nazım birimleri, beyit/bend terminolojisi, kafiyelerinin farklı şemaları, vezinleri, hacim ve topografileri, bedii sanatlar ile ilgili türleri, muhteva ile ilgili türleri, divanlardaki yerleri, Gorani Kürtçesi’ndeki mahalli/milli kullanımları çalışma konusu olmuşlardır. Aynı zamanda Kürt edebiyatının nazım şekilleri ile ilgili özgün yönleri de ortaya konmaya çalışılmıştır.
Kitapta şekilsel teori ve terminoloji, şekil ile ilgili çeşitli form ve türler örnek metinler eşliğinde sunulmuş ve 61 şairden 150 kadar örnek metin verilmiştir
Bu örnek metinler ile çalışma, bir taraftan klasik Kürt edebiyatında kullanılmış olan nazım şekillerinin bir seçkisi rolünü oynamakta, bir taraftan da içerisinde nazım şekilleri ve ilgili türlerin tamamı yer alan ideal bir divan ve mesneviyi temsil etmektedir.
Adak’ın bu kitabında klasik Kürt edebiyatının bir alanının (nazım şekilleri) genel konuları bir cilt içerisinde bir araya geldiği için, kitabın üniversite eğitim süreçleri olan lisans, yüksek lisans ve doktora düzeylerinde, aynı zamanda klasik Kürt edebiyatı metinleri üzerinde yürütülen çalışmalarda önemli bir boşluğu doldurması umulmaktadır.
***
Ji bo Perwerde û Lêkolînên Edebiyata Kurdî ya Klasîk Kitêbeke Referansê:
TEŞEYÊN NEZMÊ
Xebata Prof. Dr. Abdurrahman Adak a ku di perwerde û lêkolînên edebiyata Kurdî ya klasîk de dê bibe kitêbeke referansê bi navê Teşeyên Nezmê di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de ji nav weşanên Nûbiharê derket.
Xebata ku di qada estetîka ruxsarî ya nezm/helbesta Kurdî ya klasîk de hatiye nivîsîn mijarên giştî yên vê qadê bi metodolojiyeke akademîk û sîstematîk di nav rûpelên xwe de dihewîne.
“Nezm” di sîstema edebiyata klasîk a Îslamî de têgeheke vegir e ku çi payeya helbestê bi dest xistibe çi bi dest nexistibe hemû metnên bi kêş û serwa digire nav xwe. “Teşeyên nezmê” jî wek estetîka ruxsarî ku li ser aliyên dîtbarî, hendesî, şematîk, sîmetrîk û topografîk ên metnên menzûm radiweste dikare bê pênasekirin. Di vê sîstemê de kombînasyonên curbicur ên ku ji pêkvebûna yekeya nezmê, serwa, qeware û kêşê derdikevin meydanê teşeyên curbicur ên nezmê/helbestê encam didin.
Mijara teşeyên nezmê ku hêmaneke girîng a estetîk û poetîkaya helbesta klasîk e, di kitêbê de di çarçoveya destpêkek û pênc beşan de bi polînkirineke taybet hatiye pêşkêşkirin.
Beşa destpêkê di peywenda huner û zanistê de ji bo mahiyet û teoriya edebiyata Kurdî ya klasîk, beşa yekem ji bo têgehên bingehîn ên mijarê (nezm û teşe) û xalên dî yên pêwendîdar, beşa duyem ji bo teşeyên ku ji beytan pêk tên (qesîde, xezel, qit’e, mesnewî), beşa sêyem ji bo teşeyên ku ji bendan pêk tên (mussemmetên bingehîn: muselles, murebbe’...; musemmetên tezmîn: terbî’, texmîs...; teşeyên murekkeb: terkîbbend, tercî’bend), beşa çarem ji bo teşeyên dariştî (tesmît, mustezad) û beşa pêncem jî ji bo teşeyên ku qewareyên wan biçûk in (azade, ferd, ruba’î, dubeytî) hatiye terxankirin.
Di xebatê de bi qasî derfetê li ser hemû mijarên bi teşeyên nezmê re pêwendîdar hatiye rawestan. Di vê çarçoveyê de ji perspektîfa edebiyata Îslamî pênase, taybetî û tarîxa teşeyên nezmê; ji perspektîfa edebiyata Kurdî ya klasîk jî derketina wan, geşedana wan, nûnerên wan, yekeyên wan ên nezmê, termînolojiya beyt/bendên wan, şêweyên curbicur ên serwaya wan, kêşa wan, qeware û topografiya wan, cureyên wan ji aliyê hunerên bedî’î ve, cureyên wan ji aliyê naverokî ve, cihê wan di dîwanan de, bikaranîna wan a xwecihî/millî di Kurdiya Goranî de bûne qada vekolînê. Herweha hewl hatiye dayîn ku di qada teşeyên nezmê de xweseriyên edebiyata Kurdî jî bên destnîşankirin.
Di kitêbê de teorî û termînolojiya teşeyî, şêwe û cureyên curbicur ên bi teşeyê re têkildar digel metnên wan ên nimûne hatine pêşkêşkirin û ji 61 helbestvanî bi qasî 150 metnên nimûne hatine dayîn.
Xebat, bi van metnên nimûne ji aliyekî ve rola guldesteyek ji teşeyên nezmê dilîze ku di edebiyata Kurdî ya klasîk de hatine bikaranîn, ji aliyekî ve jî dîwan û mesnewiyeke îdeal temsîl dike ku di wan de ji hemû teşeyên nezmê û cureyên pêwendîdar nimûne cih digirin.
Ji ber ku di vê kitêba Adak de mijarên giştî yên qadeke edebiyata Kurdî ya klasîk (teşeyên nezmê) di nav bergekî de kom bûne, hêvî ew e ku kitêb di astên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê de ku prosesên perwerdeya zanîngehê ne, herweha di lêkolînên ku li ser metnên Kurdî yên klasîk tên meşandin de valahiyeke girîng dagire.